Koska Sipî: “Wê Biden û Putin sibê bi telefonê biaxifin”
PeyamaKurd – Berdevka konseya ewlehiya netewî ya Amerîkayê Emily Horne ragihand ku wê sibê serokê Amerîkayê Joe Biden bi telefonê bi serokê Rûsyayê bi Vladimir Putin re bi telefonê biaxife. Horne weha got:
“Serok Joe Biden li ser têkiliyên dîplomatîk bi Rûsya re, wê di gelek mijaran de di 30 yê kanûnê roja pênşemê bi serokê Rûsyayê bi Vladimir Putin re bi telefonê biaxife.
Rêvebiriya Biden li ser Rûsyayê ku li ser sînorê Ûkraynayê leşkerên xwe kom dike, bê wê mijarê çawa çareser bikin, bi hevkarên Awrûpa û ortxên xwe re têkiliyên dîplomatîk dewam dike.
Biden bi lîderên Awrûpa re axifiye, têkiliyan bi NATO, YA yê û bi Rêxistina Ewlehiyê û Hevkariyê ya Awrûpayê re daniye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin