Kremlîn: Em biryara Yekîtiya Ewropayê û G7ê, nas nakin

05 December 2022 17:30 0 dîtin
Kremlîn: Em biryara Yekîtiya Ewropayê û G7ê, nas nakin

PeyamaKurd- Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov, li ser biryara Yekîtiya Ewropayê ku ji bo her bermîlek petrola Rusyayê 60 dolar buhayê tavanê diyar kiribû, daxuyaniyek da. Peskov ragihand ku ew ê vê biryarê nas nekin û ew ê şerê xwe jî berdewam bikin.

Dmitriy Peskov, li ser biryara Yekîtiya Ewropayê (YE) û welatên G7ê ku îro derbasî jiyanê bû, bi rêya daxuyaniyekê da zanîn ku ew ê vê biryarê nas nekin û diyar kir ku heger pêkanîna buhayê tavan li ser petrola Rus berdewam bike, ew ê jî di fînansekirina operasyona taybet a li dijî Ukraynayê de berdewam bin.

Peskov li ser mijarê got ku “Aboriya Rusyayê, ji bo dabînkirina hemû pêdiviyên operasyona taybet a leşkerî xwedî potansiyel e û ev sînorkirinên navborî, dê bandora xwe li ser operasyonan neke. Lê belê ev sînorkirin, di bazara gerdûnî de bandora xwe li îstîqrarê dike û wê bi temamî bêîstîqrar dike. Em ê vê biryara buhayê tavan a ji bo petrola xwe nas nekin.

Her wiha ji aliyê Peskov ve hat diyarkirin ku ji bo vê biryarê, ew jî amadekariya biryareke ku bibe bersiv dikin.