Kurdê Êzîdî Zelîmxan Mûsoyev cara sesem dibe endamê Parlamentoya Rûsyayê

20 September 2021 10:38 0 dîtin
Kurdê Êzîdî Zelîmxan Mûsoyev cara sesem dibe endamê Parlamentoya Rûsyayê

PeyamaKurd – Namzedê serbixwe Kurdê Êzîdî Zelîmxan Mûsoyev, di hilbijartinên Parlamentoya Rûsyayê de, li herêma Pervouralsk cara şeşem dibe endamê Parlamentoya Rûsyayê ya Dûmayê.

Rojên 17, 18, 19ê Îlona 2021ê, proseya hilbijartinên gera heştemîn a Parlamentoya Rûsyayê birêve çû. Li gor encamên destpêkê yên Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Rûsyayê, li herêma Pervouralsk, di nav namzedên serbixwe de, Zelîmxan Mûsoyev piraniya dengan bi dest xist û endamtiya gera heştemîn a Parlamentoya Rûsyayê misoger kir.

Zelîmxan Mûsoyev bi vê yekê rekoreke nû di dîroka hilbijartinan a Parlamentoya Rûsyayê de tomar kir, ji ber ku yekane endamê parlamentoyê ye ku weke namzedê serbixwe, şeş car ser hev piraniya dengan bi dest dixe û dibe endamê Parlamentoya Rûsyayê.

Zelîmxan Mûsoyev wek kesayetekî Kurdên Êzidî yê naskirî û Kurdperwer tê naskirin ku beriya niha jî ji bo penaberan bi rêya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkarî dabûn qurbaniyên terora DAIŞê.