Zelîmxan Mûsoyev cara 6emîn ji bo hilbijartinên Rûsyayê bû yekemîn!

31 May 2021 17:38 0 dîtin
Zelîmxan Mûsoyev cara 6emîn ji bo hilbijartinên Rûsyayê bû yekemîn!

PeyamaKurd – Parlamenterê Kurdê êzidî Zelîmxan Musoyev cara 6emîn di hilbijartinên parlamentoya Rûsyayê Dumayê de li herêma xwe bû yekemîn.

Mûsoyevê 61 salî yê li Tiflîsê ji dayik bûye, beriya niha 5 caran li herêma xwe ya hilbijartinê bûbû yekemîn ku beriya hilbijartinên 19ê Îlona 2021ê careke din dengên herî zêde wergirtin û bo namzediya parlamenteriya Dûma ya Rûsî bû yekemîn.

Mûsoyev wek namzedekî serbixwe dikeve hilbijartinên Dûma ya Rûsyayê ku 450 kursî tê de hene.

Zelîmxan Mûsoyev wek kesayetekî Kurdên Êzidî yê naskirî û Kurdperwer tê naskirin ku beriya niha jî ji bo penaberan bi rêya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkarî dabûn qurbaniyên terora DAIŞê.