Kurdistan | Amarên dawî yên rewsa vîrusa korona hatin eskerekirin

25 November 2020 16:57 0 dîtin
Kurdistan | Amarên dawî yên rewsa vîrusa korona hatin eskerekirin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya îro 25ê Mijdarê ya derbarê rewşa dawî ya vîrusa koronayê de ragihand, di nav 24 saetên borî de 25 kes mirine û 435 kesên din jî bi koronayê ketine.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ji 435 kesên bi vîrûsa Koronayê ketine 144 kes li Hewlêrê, 125 kes li Silêmaniyê, 135 kes li Duhokê, 3 kes li Helebceyê, 25 kes li Germiyanê, 3 kes li Raperînê ne.

25 kesên wefat kirine jî 3 kes li Hewlêrê, 9 kes li Silêmaniyê, 2 kes li Duhokê û 1 kes li Helebce, 3 kes li Germiyanê û 7 kes li Raperînê ne.

Herwiha di 24 saetên borî de 324 nexweşên korona jî baş bûne.

Bi van amarên dawî re hejmara pêketinên koronayê li Herêma Kurdistanê gihîşt 94856 kesan, yan mirinan bû 3061 kes û heta niha 58640 nexweş jî baş bûne.