Kurdistan | Encûmena Wezîran bi rêzgirtina sehîdên kîmyabarana Helebceyê civiya
PeyamaKurd - Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê, îro Çarşemê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talabanî civiya.
Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Kurdistanê ragihand ku di civînê de salvegera 34emîn a komkujiya Helebceyê hat yadkirin û xulekekê rêz li şehîdên kimyabaranê hat girtin.
Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Kurdistanê, eşkere kir ku ev babetên li jêr di rojeva civîna Encûmena Wezîran de bûn:
- Di bin diruşma (Tenê bi avedankirinê birîna Helebceyê derman dibe) salvegera 34emîn a tawana jenosyada kîmyabarana Helebce di 16/3/1988 de, xuleke ji bo giyanê şehîdan ê pak hat rawestandin û pêşniyar û daxwazên parêzgeha Helebce hatin pêşkêşkirin.
- Babeta êrîşa moşekî ya li ser Hewlêrê roja 13/3/2022an û serdana cihên moşekbaranê ji aliyê birêz Serokê Encûmena Wezîran, serdana Serokên Encûmena Wezîran a Federal û şanda pê re ji bo vê armancê di roja 14/3/2022an.
- Rasperdina wezaretan û saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku pêwîst e niha zêdetir li gor taybetmendiyên xwe berpirsyariya bersivdan û çareserkirina nerazîbûn û pêwîstiyên welatiyên Herêma Kurdistanê bigirin ser xwe, her wezaret û li gir taybetmendiyên xwe yên di çarçoveya erk, desthilat û berpirsyariya wan ku bi yasayê ji wan re hatiye destnîşankirin, ji ber ku ev berpirsyartiya wan e ne tenê ya Serokatiya Encûmena Wezîran e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin