Kurdistan | Wezareta Tenduristiyê rewsa dawî ya Covid-19 eskere kir

04 February 2021 15:39 0 dîtin
Kurdistan | Wezareta Tenduristiyê rewsa dawî ya Covid-19 eskere kir

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 nav demjimêrên borî de 56 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 3 kesan jî wefat kiriye.

Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê de hat diyarkirin, di 24 demjimêrên borî de 48 kes bi vîrûsa koronayê ketine ku 12 kes li Hewlêrê, 18 kes li Silêmaniyê, 24 kes li Duhokê û 2 kes jî li Germiyanê ne.

Wezaretê ragihand, li Duhokê 2 kesan û kesekî jî li Silêmaniyê ji ber vîrûsa Koronayê can daye û 401 nexweş jî li seranserê Herêma Kurdistanê baş bûne.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 106343 kesan, ya mirinan bû 3480 kes û heta niha 100447 nexweş jî baş bûne.