Lêpirsîna li ser mirina Reîsî bi dawî bû
PeyamaKurd – Hikûmeta Îranê ragihand, lêkolîna derbarê mirina Serokomarê berê Îbrahîm Reîsî ku di ketina helîkopterê de jiyana xwe ji dest da, temam bûye.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin di encama qezaya ku pêk hat de Reîsî jiyana xwe ji dest da û ev tişt hatin gotin: “Hejmara rêwiyên helîkopterê ku Reîsî jî di nav de ye ji normalê zêdetir bû. Ji ber vê helîkopterê nekarî bigihêje bilindahiya pêwîst û ji ber mijê li çiya ket.”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di qezayê de tu delîlên faktorên însanî tune ne û wiha hat gotin, "Di lêkolînê de şopa madeyên kîmyewî û zerardar nehat dîtin."
Îranê di raporta xwe ya berê de ragihandibû ku ti şopên gulleyan û ziyaneke bi vî rengî di nav bermayên wê helîkopterê de nemane û helîkopter piştî lêdana çiyê şewitiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin