Lavrov: Serê Sar, gihîstiye asteke gelek xeternak!
PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov, li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) axivî û got ku cîhan ji ber Şerê Sar, gihîştiye asteke gelek xeternak.
Sergey Lavrov, roja duşemê serokatiya civînekê li ser "piralîbûna bi bandor û Peymana Neteweyên Yekbûyî" li Civata Ewlekarî ya NY kir ku Rusya endamê daîmî û serokê demkî ya wê derê ye.
Lavrov di rûniştina navborî de got, "Em di Şerê Sar de gihîştine asteke xeternak, dibe ku xetertir be jî. Pirsgirêka Ukraynayê, bêyî ku NATOyê bi salan li ser ewlehiya Rusyayê gef xwarine, serbixwe neyê nirxandin.
Pêwendiyên navneteweyî dê bi avakirina lihevkirinek zexm li ser bingeha hevsengiya berjewendiyan an jî bi pêşkeftina êrîşkar û bêserûber a hegemonyaya Washingtonê bidomin.
Moskowê di notayekê de ku ji welatên endam re di derbarê rûniştina mijara gotinê de şandiye, "pergala cîhanî ya yekcemserî" şermezar kir û destnîşan kir ku ev ferman "ji bo bandor û aramiya pergala Neteweyên Yekbûyî, pirsgirêkeke cidî ye. Îro cîhan bi veguhertineke pergalî ya kûr a nû re rû bi rû ye. Li dijî nîzama cîhanê ya yekcemserî redkirinek xwezayî û bilez heye û pergala nû ya pirpolar peyda dibe."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin