Leystikvanê fîlmê ‘Hababam Sinifi’ komedyen Tuncay Akça koça dawî kir
PeyamaKurd – Leystikvanê sînama ya Yeşilçamê Tuncay Akça (60) di wexta destpêka xortaniya xwe de, di fîlmê bi navê ‘Hababam Sınıfı’ de leyîstibû û xelk bi wî rûyê wî yê henekvan nasdike. Hat ragihandin ku Tuncay Akça bi sedema rawestan dilî can daye.
Xebera koça dawî ya Akça ji aliyê derhênerê wî Kıvanç Terzioğlu de, di ser hesabê medya civakî de hat ragihandin. Terzioğlu got:
“Leystikvanê bi qedir yê fîlmê ‘Hababam Sınıfı’ Tuncay Akça koça dawî kir. Ji malbat û hezkiroxên wî re sersaxiyê dixwazim.”
Wê cenazê Akça îro an ku di 17ê Tebaxê de bê definkirin.
Akça di gelek fîlman de rol sitend û leystikvanekî serkeftî bû. Li gor ragihandina Akça ya di bernameyekî TV de:
“Ertem Eğilmez keşfa leystikvaniya min kir. Ez 12 salî bûm. Min nûh dest bi dibistana navendî kiribû. Min pêlavan boyax dikir. Min alîkariya çayxanê, manav û qasab dikir.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin