Leystikvanê sanoyê Julien Arnold li ser dikê jiyana xwe ji dest da

30 November 2024 16:37 0 dîtin
Leystikvanê sanoyê Julien Arnold li ser dikê jiyana xwe ji dest da

PeyamaKurd – Leystikvanê bi nav û deng yê Kanadayî Julien Arnold di 60 saliya xwe de, li Tiyatroya Edmontonê ya bi navê Citadelê, dema di leystika bi navê "A Christmas Carol" de dileyîst bi yek carê ket û li ser dikê can da.

Şanoya Citadelê ragihand ku Julien Arnold di wexta di şanoyê de dileyîst pirsgirêka wî ya tenduristiyê çêbû û yekser jê re mudaxeleya tenduristiyê hatiye kirin lê mixabin can daye. Şano weha dewam kir:

“ Bi salaye ku Julien endamekî şanoya me yê hêja bû. Şiyanên wî yên leystikê, nezaket û hezkirina wî ya hunerê bandora mezin li ser me kir. Bi koça wî em xemgîn bûn.”

Li ser sedema mirina şanoger ti agahî nehat dayîn.