Li Afrîkayê 50 hezar kesên bi koronayê ketibûn bas bûn

29 May 2020 09:44 0 dîtin
Li Afrîkayê 50 hezar kesên bi koronayê ketibûn bas bûn

PeyamaKurd - Li Afrîkayê 50 hezar kesên bi koronaya nifşê nû (Covid-19) ketibûn, baş bûn û hejmara kesên baş bûne nêzîkî 125 hezaran bûye.

Li gorî daneyên Navenda Şopandin û Pişkinîna Nexweşiyan a Afrîkayê (Africa CDS), li seranserê parzemîna Afrîkayê, di 24 saetên dawiyê de zêdetir ji 5 hezaran kes baş bûne û hejmara kesên baş bûne nêzîkî 125 hezaran bûye.

Hejmara kesên baş bûne gihîşt 51 hezar û 95 kesan û hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane ango bûne qurbanî jî bûye 3 hezar û 696 kes.

Li Afrîkayê, welatên ku herî zêde miorv lê baş bûne Afrîkaya Başur e (14 hezar û 370 kes). Piştî wê Misir (5 hezar û 359 kes) û Cezayîr (5 hezar û 277 kes) û Nîjerya (2 hezar û 592 kes).

Li seranserê dinyayê hejmara haletên tûşbûyiyan nêzîkî 6 milyonan bûye û gihiştiye 5 milyona û 900 hezarî. Her wiha heta niha 2 milyon û 580 kes baş bûne û 362 hezar kesan jî ji ber nexweşiyê can dane.