Li Almanyayê êrîseke din a bi kêrê: Êrîskar jinek bû

31 August 2024 10:11 0 dîtin
Li Almanyayê êrîseke din a bi kêrê: Êrîskar jinek bû

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Siegen ê Almanyayê jinekê bi awayekî bêhemdî rêwiyên otobusa malan derb kir.

Li navçeya Eiserfeld (Rhein-Westfalen) ya Siegenê jinek (32) bi kêrê li otobusa bajêr êrişî rêwiyên otobusa bajêr kir û di encamê de 5 kes birîndar bûn. Hate diyarkirin ku piştî êrîşê 3 kesan ji bo jiyanê têdikoşin.

Li gorî rapora polîsan, otobusa herêmî ya bi jimare R22 di rê de diçû festîvala bajêr li Siegen. Di dema bûyerê de zarok û ciwan jî di nav de herî kêm 40 rêwî di wesayîtê de hebûn.

Li gorî şahidên rojnameya “Siegener Zeitung” di dema êrîşê de dîmenên tirsnak çêbûne û gelek xwîn hatiye rijandin.

Polîs ragihand ku heta niha ti delîl nînin ku êrîş êrîşeke terorîstî ye.

Jina 32 salî ya ku êrîş organîze kiribû hat binçavkirin.