Li Almanyayê Encûmena Bilind a Êzdiyan hat ragihandin

08 January 2023 12:05 0 dîtin
Li Almanyayê Encûmena Bilind a Êzdiyan hat ragihandin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Kurdên Êzidî yên li derveyî welat, 7ê Çileyê li bajarê Kolnê yê Almanyayê bi seroktiya Mîr Hazim Tehsîn Beg civiyan û encûmeneke bilind a cibicîkar ji bo Êzidiyan ava kirin.

Hat zanîn ku wê ev Encûmena Bilind erkên îdarî û siyasî yên civaka Êzidî pêk bîne û Encûmena Ruhanî ya Êzdiyan jî wê tenê xwedî erkên olî be.

Hêjayî gotinê ye, avakirina vê Encûmena Bilind beriya civîna vê mehê ya Parlamentoya Almanyayê pêk hat ku tê çaverêkirin Almanya komkujiya Şingalê wekî jenosîda dijî Kurdên Êzidî nas bike.

Beriya niha jî çend welatên Ewropî komkujiya Şingalê ya êrîşa 2014an a DAIŞê wekî jenosîd nas kiribûn.