Li Amediyê ji ber serê PKKê deriyê 20 dibistanan hatine daxistin
PeyamaKurd – Li qeza Amediyê ya Parêzgaha Duhokê, ji ber şerê PKKê û bombebaranên balafirên Tirkiyê, deriyê 20 dibistanên sînorê Amêdiyê hatine daxistin.
Li gor Rêveberê Perwerdê li qeza Amêdiyê Weciye Seîd diyar kiriye: ‘‘Dema Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi avadaniya gundan kir, dibistan jî hatin avakirin û xanî bo mamosteyan jî hatin avakirin. Lê ji ber şer û aloziyên PKKê û Tirkiyê, her ji salên 1990ê ve heta îro, deriyê 20 dibistanên sînorê perwerdeya Amêdiyê hatine daxistin. Îsal jî deriyê dibistanekê hatiye daxistin û dibistana Kanî Meznê, ya li devera Berwariyan e û mamostayek jî şehîd bûye.’’
Herwiha daye zanîn: ‘‘Ew dibistan, hatine rawewtandin, dema welatî vegerin ser gundên xwe, dê dubare dibistanên hemû gundan bên vekirin.’'

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin