Altan Tan: Serê 39 salan ê PKKê çareseriyek bi xwe re neaniye

15 August 2023 17:53 0 dîtin
Altan Tan: Serê 39 salan ê PKKê çareseriyek bi xwe re neaniye

PeyamaKurd – Parlamentarê berê yê HDPê yê Diyarbekirê siyasetmedar Altan Tan, di 39emîn salvegera destpêkirina şerê çekdarî yê PKKê de axivî û got, PKK bi têkoşîna çekdarî nikare fişarê li ser Tirkiyeyê bike.

 Altan Tan, got ku serdema têkoşîna çekdarî bidawî bûye û şerê 39 salan ê PKKê jî çareseriyek bi xwe re neanîye.

Tan wiha axivî: “Li Tirkiyeyê PKK yan jî partiyeke din bi rêya çekan nikarin fişarê li ser Tirkiyeyê bikin. Niha kanalên demokratîk vekirî ne. Li parlamentoya Tirkiyeyê partî hene û mirov dikarin fikrên xwe bînin ziman. Niha ji bo demokrasîyê ji bilî meclîsê hemû rê girtî ne. Bi awayekî din ne mimkun e ti encamek were bidestxistin. Serdema têkoşîna çekdarî bidawî bûye. Divê Kurd têkoşîna xwe ya li Tirkiyeyê bi awayê legal û yasayî di parlamentoyê de bidin.”