Li Babê serê YPG û komên alîgirên Tirkiyê: 9 kustî...
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bakurê Helebê navçeya Babê, di şerê di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û komên “Mertala Firatê” yên alîgirên Tirkiyê de, 9 çekdarên Tirkiye piştevaniya wan dike hatin kuştin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) belav kir, YPGê li eniya Dixilbaş li bakurê rojavayê bajarokê Babê hewl da bipêş bikeve, lê şerekî giran di navbera wan û çekdarên Mertala Firatê (Grûpa Sultan Silêman) de derket.
SOHRê ragihand, di wî şerî de 9 çekdarên Mertala Firatê hatine kuştin û hejmareke din jî birîndar bûne, lê ti zanyarî derbarê ziyanên YPGê de belav nekir.
Hêjayî bibîrxistinê ye, ev demek e li bakurê Helebê şer di navbera grûbên çekdar û YPGê de derdikeve û artêşa Tirkiyê jî wê navçeyê û devera Şehbayê ku YPG tê de ye topbaran dike. Pêr jî artêşa Tirkiyê bi topên Hawinê gundê Merenaz, Malkiyê û Elqemiyê topbaran kiribûn.
Herwiha Hêzên Rizgarkirina Efrînê (HRE) jî îro bi daxuyaniyekê ragihandin ku di operasyonên cuda de wan 2 çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê ve li gundewarê Ezazê kuştine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin