Li Bakur û Tirkiyê di navbera 16 û 19ê Gulanê de derketina derve qedexe ye

12 May 2020 12:11 0 dîtin
Li Bakur û Tirkiyê di navbera 16 û 19ê Gulanê de derketina derve qedexe ye

PeyamaKurd - Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê Recep Tayyîp Erdogan, aşkere kir ku di navbera 16 û 19ê Gulanê de derketina derve dê were sînordarkirin.

Erdoganî derbarê rewşa dawî ya şewba vîrusê koronyê de ango Covid-19ê û tevdîrên nû de hin zanyarî dan. Serokomar Erdogan diyar kir ku wê rojên 16-17-18 û 19ê Gulanê derketina derve were qedexekirin.

Erdogan ev zanyarî dane:

  • Di 18 û 19ê Gulanê de wê market, mêwefiroş, goştfiroş, firin û yên weke wan di navbera 10.00 û 16.00an de vekirî bin.
  • Kesên temenê wan ji 65an mezintir be wê 17ê Gulanê roja yekşemê di navbera 11.00 û 15.00an de bikaribin derkevin derve.
  • Zarokên temenê wan di navbera 0 û 14an de be, 20ê Gulanê roja Çarşemê, yên temenê wan di navbera 15 û 20an de jî 22yê Gulanê, roja înê wê saet di navbera 11.00 û 15.00an de bikaribin derkevin derve.
  • Li Edene, Amed, Mêrdîn, Trabzon, Ordu, Denizli, Mereş, Riha û Tekirdagê ketin û derketina nav bajêr hatiye qedexekirin.
  • Noter weke rewşên asayî wê bi karên xwe bikin.