Li balafirgeha Bexdayê berpirsekî bilind ê DAISê hat girtin

23 November 2020 18:03 0 dîtin
Li balafirgeha Bexdayê berpirsekî bilind ê DAISê hat girtin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Hêzên Dijîterora Iraqê berpirsekî bilind ê DAIŞê li balafirgeha Bexdayê desteser kirin ku dixwest li derdora Bexdayê bi hejmarek çekdaran re bicive.

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Emîd Yehya Resûl bi daxuyaniyekê ragihand, hêzên dijîterorê karîn Hevahengkarê Îdarî yê Giştî yê DAIŞê Ebû Neba li balefirgeha Bexdayê desteser bikin û got, "Pêvajoya girtinê bi awayekî gelekî veşartî û serketî hatiye kirin."

Emîd Yehya Resûl got ku wî berpirsê DAIŞê dixwest li derdora Bexdayê bi hejmarek çekdaran re bicive û da zanîn: "Pêvajoya girtinê, piştî dûvçûna meydaniya sivîl û çavdêriyeke berdewam û hevkariya beşa îstixbarata Dijîterorê pêk hat."

Hat diyarkirdin ku ew berpirsê DAIŞî yê bi navê Ebû Neba tê naskirin, ji welatekî din hat Iraqê, lê navê wî welatî nehat eşkerekirin.

Di beşeke daxuyaniyê de hatiye gotin: "Ebû Neba ji sala 2003yan û vir ve tevlî gelek rêxistinên terorê bûye, ji wan jî rêxistinên El Qaîde û DAIŞê.”

Herwiha hat diyarkirin, kesê hatiye desteserkirin fermanên xwe ji aliyê Waliyê Iraqê werdigirtin û bi erkê rêvebirina karên grubên terorîstî li Iraqê û avakirina mefrezeyên ewlehî, leşkerî û medyayî li sînorê Bexdayê hatibû raspardin.