Li Batîfa ya Zaxo Pêsmergeyek birîndar bû
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro Yekşemê pêşmergeyekî ku xelkê bajarê Duhokê ye, li bajarokê Batîfayê di rêya çûna ser erkê xwe de, li gundê Zirêze di encama teqînekê de birîndar bû û ew bo Nexweşxaneya Zaxoyê hate veguhestin.
Berdevkê Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Duhokê Emîr Elî da xuyakirin, ew Pêşmerge ji pişta xwe birîndar bûye. Beriya ku wî rakin Nexweşxaneya Zaxoyê, li Nexweşxaneya Giştî ya Batîfayê hatiye dermankirin û saçmeyek ji pişta wî hatiye derxistin.
Hêjayî gotinê ye, heta niha ne diyar e, ew Pêşmerge ji aliyê kê ve rastî êrîşê hatiye. Lê belê ji îro danê sibê ve li derdora gundê Dêmka ya Zaxoyê, şer û pevçûn di navbera artêşa Tirkiyeyê û PKKê de berdewam dikin.
Du roj berê di encama êrîşa çekdarên PKKê de, 2 Pêşmerge şehîd bûn û pêşmergeyek jî birîndar bûbû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin