Zanyariyên dawî yên bombebarana Zaxo: 8 kustî, 17 birîndar...
PeyamaKurd – Artêşa Tirkiyê îro 20ê Tîrmehê, piştî nîvro havîngeha gundê Perx ê Zaxoyê bombardiman kir.
Li gorî zanyariyên dawî, di encama topbarana Tirkiyê ya ser wê navçeya geştiyariyê de, 8 kes hatine kuştin û herî kêm 17 kes jî birîndar bûne ku birînên hejmarek birîndaran giran e.
Qeymeqamê Zaxoyê daye xuyakirin, di êrîşê de hejmarek geştiyarên ereb ên ku ji bo serdanê ji navarasta Iraqê hatibûn herêmê hatine kuştin û birîndarkirin ku di nava wan de zarok û jin jî hene.
Another video of today's #Turkish shelling on a tourist area in Zakho. pic.twitter.com/aF8ljWJapY
— Bashar Azeez (@BasharAzeez2) July 20, 2022
Hêjayî bibîrxistinê ye, artêşa Tirkiyê bi hinceta hebûna PKKê gelek caran deverên Herêma Kurdistanê bombebaran dike û ji bilî ziyanên canî ziyanên mezin li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê çêbûne û hejmarek zêde gund jî vala bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin