Li Batmanê 17 kes bi tawana 'bûjenê hisbir' hatin girtin
PeyamaKurd - Li parêzgeha Batmanê ya bakurê Kurdistanê 17 kes bi gumana karê kirîn û frotina bûjenên hişbir hatin girtin.
Parêzgariya Batmanê da zanîn, tîmên Şaxa Rûbirûbûna Bûjenên Hişbir ên Rêveberiya Ewlehiyê ya Batmanê, bi kordînasyona Serdozgeriya Komarê ya Batmanê ji bo desteserkirina kesên ku karê bûjenên hişbir dikin operasyonek daye despêkirin.
Parêzgariyê ragihand ku di çarçoveya operasyonê ya ku 21ê Sibatê de pêk hatiye de polîsan bi ser gelek malan de girtiye û 17 kesan desteser kirine.
Hate diyarkirin ku di encama bi serdegirtinên malan de polîsan dest daniye ser nêzîkî 14 kîlo bûjenên hişbir, demançe û çifteyeke bêbelge û 2 demaçeyên gulevala.
Di dawiya daxuyaniya parêzgariyê de hate gotin ku ew 17 kesên hatine desteserkirin, doh bi biryara dadgehê hatine girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin