Li Bedlîsê 64 koçber hatin desteserkirin
PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Bedlîsê di nav 4 otomobîl û 2 mînîbusan de 64 koçberên ku di rêyên qaçax de katine Kurdistanê tevî organîzatorê wan hatin desteserkirin.
Li gor ragihandina parêzgehê; tîmên cendirmeyan yên alaya Bedlîsê, koçberan şopandiye û li ser rêya Bedlîs û navça Baykanê, di kontrola rê de koçberan girtine. Ji 64 koçberan 51 Afxanîne û 13 jî Pakistanîne.
Bi koçberan re 6 ajotnavên alavan jî hatine girtin û piştî ewraqên koçberan bên amadekirin, wê koçberan bişînin navenda vegerandina koçberan ya bajarê Wanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin