Li Bedlîsê di nav TIRekê de 149 koçber hatin desteserkirin
PeyamaKurd – Li bajarê Bedlîsê yê Bakurê Kurdistanê di barhilgirekê (TIR) de 149 koçberên Afganî hatin desteserkirin û ajovanê barhilgirê jî bi tohmeta rêkxistina qaçaxiya koçberan hat girtin.
Parêzgariya Bedlîsê ragihandiye ku hêzên emnî ji bo rûbrûbûna qaçaxiya koçberan doh 4ê Mijdarê li xala kontrolê ya li ser rêya Bedlîs-Hawêlê dest bi xebatan kirine û di barhilgireke rawestandine de 149 koçber desteser kirine ku ajovanê barhilgirê U.O. jî piştre ji aliyê dadgehê ve hatiye girtin.
Koçberên ku hatine desteserkirin ji bo Navenda Paşdeşandina Koçberan a Wanê hatin veguhestin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin