Li Bedlîsê di operasyona li hemberî PKKê de ser derket

02 June 2021 13:30 0 dîtin
Li Bedlîsê di operasyona li hemberî PKKê de ser derket

PeyamaKurd Li navçeya Tatwanê ya Bedlîsê, di operasyona li hemberî PKKê de şer derket. Di encamê de, parêzvanekî gundan hat kuştin û 5 leşkerên Tirkiyê jî birîndar bûn.

Li gor daxuyaniya Parêzgariya Bedlîsê, li navçeya Tatwanê di operasyona hemberî PKKê de şer derket û di encama şer de, parêzvanek gundan hatiye kuştin û pênc leşker jî birîndar bûne. Serbazên birîndar ji bo nexweşxaneya Tetwanê hatin veguhestin.

Herwiha Parêzgariya Bedlîsê da zanîn, piştî bûyerê operasyon li herêma şer hat berfirehkirin.