Li Colemêrgê 5 herêm ji bo 15 rojan weke ‘herêmên ewlehiyê’ hatin ragihandin

30 August 2019 11:48 0 dîtin
Li Colemêrgê 5 herêm ji bo 15 rojan weke ‘herêmên ewlehiyê’ hatin ragihandin

PeyamaKurd - Li Colemêrgê 5 herêm ji bo 15 rojan weke ‘heremên ewlehiyê’ hatin ragihandin. Li gorî biryara wlîtiyê ketina van deran a bêdestûr qedexe ye.

Walîtiya Colemêrgê biryar da ku 5 cihên cida weke ‘herêmên ewlehiyê’ bêne diyarkirin. Li gorî vê biryarê, li Colemêrgê, Çelê, Şemzînan, Gever û Rûbarokê ketina van deran a bêdestûr ji bo 15 rojan qedexe ye.

Walîtiyê li ser malpera xwe ya fermî de biryar weşand. “Li gorî Xala 32/A ya Qanûna Herêmên Ewle û Herêmên Qedexe yên Leşkerî a Hejmar 2565ê, 5 herêmên di nava sînorên Colemêrgê, Çelê, Şemzînan, Gever û Rûbarokê, 30.08.2019ê saet ji 00:00:01ê heta 13.09.2019ê saet 23:59:59ê weke ‘herêmên taybet ên ewlehiyê’ hatine ragihandin û ketina bêdestûr a welatiyan hatiye qedexekirin.”