UNICEFê ji bo ‘Herêmên Ewle’ yên Xezzeyê hisyarî da

05 December 2023 22:02 0 dîtin
UNICEFê ji bo ‘Herêmên Ewle’ yên Xezzeyê hisyarî da

PeyamaKurd – Fonda Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku herêmên ewle yên li Xezzeyê ji aliyê Îsraîlê ve hatine ragihandin, xeteriyeke mezin vedihewînin.

Berdevkê UNICEFê James Elder, li ofîsa Cenevre ya Neteweyên Yekbûyî li ser şerê berdewam ê Îsraîl-Hemasê civînek li dar xist.

James Elder, bal kişand ser herêmên ewle yên ji aliyê Îsraîlê ve li Xezzeyê hatine ragihandin û diyar kir, ew herêmê xeteriya ku veguherin herêmên nexweşiyan vedihewînin.

Elder, da zanîn ku di rewşa heyî de, binavkirina deverên ewle li Xezzeyê ne aqilane ye û got, divê li herêmên ku xelk hatine tehlîyekirin binesazîya jiyanê, av, xwarin û hemû pêdiviyên jiyanê bên dabînkirin.