NYyê hisyarî da: Li Xezzeyê xeteriya mirinên ji birçîbûnê heye

15 February 2024 16:29 0 dîtin
NYyê hisyarî da: Li Xezzeyê xeteriya mirinên ji birçîbûnê heye

Peyama Kurd - Rêxistinên Mirovî yên Neteweyên Yekbûyî duh bi daxûyaniyeke hevpar hişyarî dan ku gelê Xezayê di bin metirsiya mirina ji birçîbûnê de ye û ger çareyek neyê dîtin wê xelayiyeke mezin pêk bê.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Bernameya Xurekê ya Cîhanê (WFP), Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) û Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ve hat dayîn de, bang hat kirin ku alîkariya lezgîn bigihîje Xezzeyê da ku xeteriya birçîbûn û nexweşiyan ji holê bê rakirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku “xebatên mirovî yên li Xezzeyê, ji ber ku li başûr ji bilî 2 xalên derbazbûnê, hemû derbazgeh hatine girtin, di bin xeteriyê de ne.”

Rêvebera Bernameya Xurekê ya Cîhanê Cindy McCain di daxuyaniyê de wiha got: "Li gel ku tenê çend kîlometre dûrî kamyonên tije xwarin in jî, gelê Xezzeyê di bin xetereya mirinên ji birçîbûnê de ye. Her ku demjimêrek dibuhure ev dem dibe sedema jiyana gellek mirovan. Ev xeteriya birçîmayînê, tenê bi bersivandina pêdiviyên têr û bi ewle dikare bihê pêşwazîkirin."