NYyê xebatên alîkariyê yên Xezzeyê rawestand

27 August 2024 13:10 0 dîtin
NYyê xebatên alîkariyê yên Xezzeyê rawestand

PeyamaKurd - Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku ji ber fermana valakirina Xezzeyê ya artêşa Îsraîlê xebatên alîkariyê yên li Xezeyê hatine rawestandin.

Rayedarê payebilind ê NYyê ji çapemeniyê re axivî û diyar kir ku xebatkarên NYyê ji ber pirsgirêkên ewlehiyê nikarin li herêmê xebatên xwe bidomînin.

Di nav hin herêmên Xezzeyê yên ku artêşa Îsraîlê fermana valakirina wan daye û amadekariya hêrişê dike, bajaroka Dêr el-Belah jî heye.

Beşek gring a xebatên NYyê li vê herêmê pêk tên.

Hat ragihandin ku personelên NYyê yên ku xebatên alîkariyê dimeşînin alavên xwe li pey xwe hiştine û bi lez û bez ji herêmê, lê belê rayedarê NYyê diyar kir ku wê personelên NYyê Xezzeyê neterikînin û ji bo di dema goncav de xebatên xwe bi ewle bidomînin li cihekî nû digerin.