Li Colemêrgê bo 15 rojan qedexe hatin ragihandin
PeyamaKurd – Li bajarê Colemêrgê û li temamê navçeyên wê bo 15 rojan qedexeya meş û xwepêşandanan hat ragihandin. Li gor parêzgeha bajarê Colemêrgê bo parastina komarê, ewlekarî û berlêgirtina Kovişd-19 ê bo 15 rojan temamên meş, xwepêşandan, meşale, vekirina stendan, civîn, û hwd. hatine qedexekirin.
Qedexe ji 17 ê mehê, ji vînê şevê û pêde ji 00.01 ê heya roja 31 ê mehê, heya siet 23.59 an dê dewam bike. Tevgerên girêdayê îznê wê li navçeyan ji qeymeqamiyan îzin bên sitendin û li nava bajêr ji parêzgehê bê sitendin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin