Li dijî baregeha hevbes a DYA û HSDê êrîs: 6 servanan can da

05 February 2024 15:31 0 dîtin
Li dijî baregeha hevbes a DYA û HSDê êrîs: 6 servanan can da

PeyamaKurd - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku di êrişeke frokeyên bêmirov a li Rojhilatê Dêrezorê de 6 şervanên wan canê xwe ji dest dane.”

Navenda Ragihandinê ya HSDê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku "di êrîşa ji aliyê frokeyên bêmirov ên rejîma Sûriyeyê ve pêk hatiye de 6 şervanên HSD şehid bûne"

HSDyê di daxuyaniya xwe de got: “Îro şeş şervanên me di êrişeke frokeyên bêmirov a ku çavkaniya wê Rejîma Sûriyeyê ye de şehîd ketin.”

“Em ê tola wan hilînin”

 HSDê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku "Ev êrişa terorîstî, li dijî akademiya perwerdehiyê ya şervanan a li Baregeha El-Umerê ya li rojhilatê Dêrezorê pêk hatiye û got: “Piştrast bin ku em ê bersiveke guncav a leşkerî bidin êrîşkaran.”

SOHR: Êrîş ji aliyê Koma Berxwedana Îslamî ve pêk hat

Ji aliyê din ve Rîwangeya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) angaşt ku ev êrîşa hanê ji aliyê Koma milîşeyên şîa a Berxwedana Îslamî ve pêk hatiye.

Rêvebirê SOHRê Ramî Ebdulrehman ji Kurdistan24ê re ragihand ku di vê êrişê de 5 şervanên HSDê canê xwe ji dest dane û 20 şervan jî birîndar bûne.

Weke tê zanîn li vê baregeha HSDê beşek hêzên leşkerî yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) jî bi cihbûyî ne.

DYAyê di 2yê vê mehê de êrişî komên çekdar ên girêdayî rejîma Îranê yên li Iraq û Sûriyeyê kiribû û hatibû ragihandin ku di van êrişên DYAyê de tenê li Sûriyeyê 23 çekdarên komên girêdayî Îranê hatine kuştin.

Her wiha hatibû ragihandin ku di êrîşên li Iraqê de jî 16 çekdarên Heşdî Şabiyê hatine kuştin.