Li dijî DAISê operasyoneke serbazî li çiyayên Hemrînê hat encamdan
PeyamaKurd – Ajansa îstixbaratê ya Iraqê, bi hemahengiya Fermandariya Operasyonên Hevbeş re, operasyoneke serbazî li çiyayên Hemrînê yê Kerkûkê, li dijî çekdarên DAIŞê encam dan.
Şaneya Ragihandinê diyar kir kir; ev lêdana serbazî, temamkirina çalakiyên berê ye, ku ajansa îstixbaratê ya Hikûmeta Iraqê, bi hevbeşiya jûra operasyonan û hêzên esmanî, li ser pêgeh û binkeyên DAIŞê yên li rêzeçiyayên Hemrînê encam dane.
Herwiha eşkere kir, ew binke weke çavkaniyên êrîşên DAIŞê li Kerkûkê tên bikaranîn.
Hat destnîşankirin, piştî êrîşa esmanî, rûbirûbûn li hember çekdarên din çêbû û di encamê de çend çekdar hatin kuştin û çekdarekî jî xwe teqand, ku di vê çalakiyê de bi giştî 7 kes hatin kuştin, hîn jî pişkinîn û lipeyçûna li wê deverê berdewam in.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, Wezareta Navxwe ya Iraqê berdewam dibe di encamdana lêdana serbazî li dijî pêgeh û binkeyên DAIŞê de, ku bi alîkariya balafirên Hevpeymaniya Navdewletî hewl didin rêzeçiyayên Hemrînê paqij bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin