Li Diyarbekir çalakiya bo perwerdeya zimanê kurdî
PeyamaKurd – Şaxên Egitim-Sen ên Diyarbekirê bi boneya destpêkirina heyama nû ya perwerdeyê, ji bo zimanê kurdî jî bibe zimanê perwerdê di dibistanan de çalakiyek li dar xistin.
Di xwepêşandana ku li Diyarbekir hat lidarxistin de, daxuyaniyek li ser navê hemû şaxên Egitim-Senê hat xwendin û tê de wiha hat gotin:
“Bi milyonan zarok ji mafê xwe yê “di perwedeyê de bikaranîna zimanê xwe yê zikmakî” bêpar in û ev xisareke mezin dide derûniya van zarokan. Em şaxên Egitim-Senê yên Amedê tînin ziman ku; pişavtin sûcekî mirovahiyê ye. Demildest divê dev ji van polîtîqayên pişavtinê bê berdan. Li vî welatî her zarok divê bi zimanê xwe perwerdeyê bibîne. Me ev tekoşîn ji berê de daye û ji niha pê de jî emê vê tekoşînê bidin.”
Egitim-Senê herwiha da zanîn, “Ligel ku ji bilî tirkî gelek zimanê din jî li vî welatî hene,di perwerdeyê de tene zimanek bibe zimanê fermî û zimanên din weke ku tune bin, bên dîtin, ev serdestkirina mafê van gelan e û di heman demê de zirareke mezin jî dide mîrateya cîhanê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin