Li Duhokê helmeta lêdana derziya AstraZenecayê dest pê kir

28 March 2021 14:54 0 dîtin
Li Duhokê helmeta lêdana derziya AstraZenecayê dest pê kir

PeyamaKurd – Li parêzgeha Duhokê ya Herêma Kurdistanê helmeta lêdana derziya bo vîrusa koronayê ya Astra Zenecayê hat destpêkirin.

Serokê Encûmena Parêzgeha Duhokê Fehîm Ebdula, li bingeheke tenduristiyê derziya yekem a koronayê li xwe da.

Fehîm Ebdula got,  Herêma Kurdistanê di nav pêleke din ya korona de ye û divê rêkarên rûbirûbûna wê vîrusê bi rêkûpêkî bên bicihkirin.

Beriya du rojan 43 hezar û 800 dos derziya AstraZeneca ji Bexdayê gihiştibû Herêma Kurdistanê, bi ser parêzgehan de hatin dabeşkirin.

Ji wê beşa derziya Astra Zenecayê 15 hezar û 800 doz beşa parêzgeha Hewlêrê, 16 hezar û 500 doz ya parêzgeha Silêmanî û Helebceyê û 11 hezar û 500 doz jî ya parêzgeha Duhokê bû.

Hêjayî bibîrxistinê ye, beriya niha jî hejmarek derziya Sinopharm a Çînê gihîştibû Kurdistanê û li ser hemjarek pizîşk û karmendên tenduristiyê yên parêzgehên Kurdistanê hatibû bikaranîn.