Li Ewropayê depoyên gazê tije bûn: Bihayê gazê 12,6% daket!
PeyamaKurd – Hat ragihandin, piştî şerê Ukraynayê ku ji ber dorpêçên ser Rûsyayê û qutkirina gazê bihayê gazê zêde bûbû, car din bihayê gazê li Ewropayê daketiye.
Li gorî daneyê Gas Infrastucture Europe, depoyên gazê yên binerd û sererd ên li Yekîtiya Ewropayê roja îna borî heta 85,3%ê wan tije bûne.
Herwiha hat diyarkirin ku ji ber zêdebûna gazê di depoyan de, bihayê metrekuba gazê jî ji 214 Euroyan daketiye 187 Euroyan.
Hat zanîn ku ji 15ê Îlonê ve bihayê gazê li seranserê Ewropayê ji sedî 12,6 daketiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin