Li Ewropayê, depoyên gazê tijî bûn
PeyamaKurd- Li gorî daneyên Gas Infrastucture Europeyê, li Ewropayê depoyên gazê ber bi tijîbûnê ve çûne û hat ragihandin ku ji ber vê yekê jî di buhayê gazê de daxistin çêbûye.
Ji ber şerê navbera Rusya û Ukraynayê, digel vê jî dorpêçên Ewropayê yên li ser Rusyayê, bûn sedem ku li seranserê Ewropayê qeyrana enerjiyê peyda bibe.
Li Gorî daneyên ku ji aliyê Gas Infrastucture Europeyê ve hatin eşkerekirin, rêjeya tijîbûnê ya depoyên gaza xwezayî, ji %85an derbas bûye.
Li ser vê tijîbûna depoyan, hat ragihandin ku di buhayê gazê de daxistin çêbûye û buha, ji bo serê her megavatsaetê, 187 euro paşve hatiye kişandin.
Hat diyarkirin ku piştî vê pêşveçûna erênî, di 15ê Îlonê de buhayê gazê yên ku ji bo serê her megavatsaetê bi 214 euroyan dihat girtin, roja îna borî jî ji %12,6 kêm bûye û bi 187 euroyan hatiye girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin