Li Ezaza ser sinorê Tirkiyê teqîn: 7 kesan jiyana xwe ji dest da
PeyamaKurd - Li bajarokê Ezazê yê Sûriyê teqînek qewimî, li gor zanyariyên destpêkê di encama teqînê de 7 kesan canê xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn.
Li bajarokê Ezazê yê bakurê Helebê ser sînorê Tirkiyê teqînek di nav depoya sotemeniyê de çêbû û li gor zanyariyên destpêkê 7 kesan canê xwe ji dest dan û 12 kesên din jî birîndar bûn.
Li gor çalakvanên xwecihî teqîn li devera pîşesazî ya rojhilatê Ezazê çêbûye û yekser ambûlansan kuştî û birîndar veguhestine nexweşxaneya Hîlal a Şîn.
Di çend mehên dawî de li bajarokê Ezazê ku di destê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê de ye, çendîn teqîn çêbûne û gelek caran jî grûpên çekdar, YPG bi pêkanîna wan teqînan tometbar kiriye. Herwiha grûpên çekdar bixwe jî dijî hev teqînan pêk tînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin