Li Hecînê 68 endamên HSDê jiyana xwe ji dest dan!
PeyamaKurd- Li herêma Hecînê ev demeke dirêj ku di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û IŞÎDê de şer dewam dikin. Di encama şêrr de 68 endamên HSDê jiyana xwe ji dest dan.
Di derbarê bûyerê de ji Çavdêrxaneya Mafên Mirovan ya li Sûriyê (ÇMMS) Ramî Abdurrahman daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di şerê di navbera HSDê û IŞÎDê de ji roja înê heta sebtê 68 endamên HSDê jiyana xwe ji dest dan. Nêzîkî 100 kesî jî birîndar hene.
Berdevkê koalîsyonê Sean Ryan jî di derbarê bûyerê de axivî û got ku di dema ba û bahozê de êrîş kirin. Toz û bahoz bi kêrî wan hat. Em jî şaş man. Lê belê niha hewa sayî ye û êdî em ê desteka bejî û hewayî bidin hevkarên xwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin