Li herêma Varnava ya Yûnanîstanê 9 gund ji ber sewatê hatin valakirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji ber şewata ku îro piştî nîvro li herêma Varnava ya li rojhilatê Atînaya paytexta Yûnanîstanê destpê kir, 9 gund hatin valakirin.
Li gorî nûçeyên di çapemeniya Yûnanîstanê de cih digirin, doh saet di 15:00 de şewat derketiye û ji ber bayê xurt li herêmê zêdeyî 400 îtfaiye, 110 wesayîtên îtfaiyeyê û gelek xwebexş kontrolkirina agirê ku bi lez belav dibe zehmet bûye, 15 balefirên vemirandina agir û 9 helîkopter mudaxele kirin.
9 gund hatin valakirin
Di nûçeyê de hat ragihandin ku ji ber şewat gihişte wargehan 9 gund hatin valakirin û polîs û dildaran hin welatiyên ji ber şewatê di malên xwe de asê mabûn rizgar kirin.
Hat ragihandin ku dûman gihiştiye paytext Atînayê, rayedaran talîmat da welatiyan ku heta hewce nebe dernekevin derve.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Tenduristîyê ya Yûnanîstanê ve hat dayîn de hat ragihandin ku ji ber şewatê hewcedarîyên tenduristiyê zêde bûne navendên tenduristiyê yên li Nea Makrî û Kapandritios û hin nexweşxaneyên Atînayê di nobetê de ne.
Gelek xanî hatin valakirin
Berdevkê Tûgaya Agirkujiyê ya Yûnanîstanê Vasilyos Vathrakoyannis diyar kir ku ji ber şewatê gelek xanî zirar dîtine.
Vathrakoyannis diyar kir ku li herêmê bayê bahozê gihîştiye hêza bahozê û bilindahiya şewatê gihîştiye 25 metreyan û diyar kir ku polêsan ji 200î zêdetir kesên ku piraniya wan extiyar in û guh nedan hişyariyan ji herêmê derxistine.
Wezirê Krîza Avhewayê û Parastina Sivîl Vassilis Kikilias diyar kir ku wê nîvê welêt di bin hişyariya sor de be.
Hat ragihandin ku Serokwezîr Kiryakos Mitsotakis ji ber şewatê betlaneya xwe qut kir û vegeriya Atînayê.
Ji bo rûniştina demkî platformek taybet hate avakirin
Hat ragihandin ku ji bo kesên ku ji ber şewata li herêma Varnavayê ji malên xwe hatin tehliyekirin platformeke taybet hatiye avakirin.
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku platforma ku ji aliyê Komeleya Rêveberiya Otêlan a Yûnanîstanê ve hatiye avakirin wê ji bilî alîkariya ku ji aliyê rêveberiyên herêmî ve tên dayîn xizmetê bike. Hat destnîşankirin ku Kompleksa Sporê ya Olîmpiyadê ya Atînayê (OAKA) û Salona Sporê ya Zirinia ya li Kifîsyayê jî ji bo bicihkirina welatiyan hatin vekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin