Li Hesekê hewla reva girtiyên DAISê hat têkbirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku girtîyên rêxistina terorîst DAIŞê ku li girtîgeha Sînaa ya bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê dimînin, hewl dan birevin.
Li gorî zanyariyan, hêzên ewlekariyê yên çavdêriyê dema girtiyên DAIŞî xwestine aloziyê derxin û birevin bi ser wan de girtine û hewla reva wan têk birine.
Piştî hewldana revê li dorûbera girtîgehê dorpêçeke ewlehiyê hatiye danîn ku nahêlin ti kes nêzî herêmê bibe.
Hêjayî gotinê ye, 29ê Hezîrana 2020an jî li heman girtîgehê hewldaneke reva girtiyên DAIŞê hatibû têkbirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin