Li Hesekê girtiyên DAISê car din îsyan kirin: Birîndar hene

30 June 2020 14:49 0 dîtin
Li Hesekê girtiyên DAISê car din îsyan kirin: Birîndar hene

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku roja Duşemê girtiyên DAIŞê yên di zindana Sinaa ya Hesekê de, areke din îsyan kirine û Hêzên Sûriya Demokratîk jî bo kontrolkirinaa rewşê hêzeke zêde li derdora zindanê belav kirine.

Hat zanîn ku îsyana çekdarên DAIŞê yên di zindana Sinaa ya li taxa Xuwêran a bajarê Heseke de, ji aliyê HSDê ve hatiye kontrolkirin ku şeva roja Duşemê destpê kiribû.

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) jî ragihandiye ku çekdarên girtî yên DAIŞê bi daxwaza darizandeke dadperwer û dîtina malbatên xwe îsyan kirine û hewl dane, dîwar û deriyên zindanê bişkînin.

SOHRê daye xuyakirin ku hejmarek kes di wê îsyanê de birîndar bûne, lê hejmara wan nehatiye dayîn.

Herwihna Hêzên HSDê jî hemû rêyên ber bi zindanê ve girtine û ji bo kontrola rewşê jî hêzeke zêdetir li derdora zindanê belav kirine ku balafirên Hevpeymaniya Navdewletî jî li asmanê bajarê Hesekê bi nizimî firiyane.