Li Hesekê motorsîkletek teqiya: Kustî û birîndar hene
PeyamaKurd - Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, motorsîkletek teqiya, kesek hat kuştin, yek jî birîndar bû.
Li gor zanyariyan, li ser çerxerêya Kenîsa ya taxa Til Hecer a bajarê Hesekê, do di saet derdora 21.00an de, motorsîklet hate teqandin. Di encama teqînê de kesek birîndar bû û kesekê jî can da.
Herwiha, heta niha jî nayê zanîn, ew teqîn ji aliyê kê ve hatiye encamdan.
Li devera teqînê ji aliye Hêzên Asayîşê ve, lêpirsîn hat destpêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin