Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwepêsandan car din ges bûn
PeyamaKurd – Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê çalakiyên piştî şehîdkirina Jîna Emînî hinek sist bûbûn lê ji do de xwepêşandan car din geş bûn û xelk li Îran, Kurdistan û Belûcistanê ket nav tevgeran. Do li hinek taxên Tehranê, Kerec, Îsfahan, Kazvîn, Reşt, Arak, Meşhed û Sine xwepêşandan hatibûn kirin. Di demên dawiyê de car din xwepêşandan geş bûn û ji bo rejîma Îranê bixînin di şevê de tevgerên xelkê zêde bûn.
Çalakiyên do bi şevê ji ber dihat 40 roja îdama 2 xwepêndêran, çalaki heya derengê şevê dewam kir. Her şev rêvebiriya Îranê protesto dikin, sloganan diqêrin û serhildana sîvîl dikin.
Rêvebirên Îranê dev ji karesatên xwe bernadin û dukkan dukkan digerin û dibêjin serê xwe bigrin. Kesên serê xwe weka rejîmê negrin, nahêlin herin zankoyan bixwînin. Her tevgerekî neyînî yên rêvebiriya Îranê dike ku serîhildana li hemberê rejîmê xwurttir bibe.
Rejîm heya niha ji 20 hezarî zêdetir kesan xistiye binçav û di çalakiyan de 71 ji wan zarok heya niha 529 kes mirine. Erka darazê biryara didardekirina çalakvanan dide û bi cîh tîne. Milisên paramîlîter yên Besicê zor û îşkencê li xelkê dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin