Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê hilbijartinên parlamentoyê dest pê kir

21 February 2020 10:45 0 dîtin
Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê hilbijartinên parlamentoyê dest pê kir

PeyamaKurd - Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê 11mîn gera hilbijartinên parlamentoyê dest pê kir û deriyên binkeyên dengdanê hatin vekirin, ji bo xelk biçin û dengê xwe bidin.

Îro Înê 21ê Sibata 2020an saet 08:00anli gor dema Tehranê û 07:30 li gor dema Hewlêrê hilbijartinên parlamentoya Îranê li 31 parêzgehên wî welatî dest pê kir.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Elî Xamaneyî yekemîn berpirsê bilind ê wî welatî bû, ku beşdarî hilbijartinan bû.Serokê Îranê Xamaney li Huseyniyeya Îmam Xumêynî ya Tehranê amade bû û dengê xwe da.

Li gor Wezareta Navxwe ya Îranê, di hilbijartinên vê carê de 57 milyon û 918 hezar û 159 kesan mafê dengdanê hene, ku 2 milyon û 931 hezar û 776 kes ji wan cara yekê ye, ku dibin xwediyê mafê dengdanê.

Ji bo dengdanê jî 55 hezar binke li ser asta 208 bazneyên hilbijartinan hatine danîn.

Di 11mîn gera hilbijartinên parlamentoya Îranê de 7 hezar û 157 berbijêr hevrikiyê li ser bidestxistina 290 kursiyên parlamentoya wî welatî dikin, ku 782 ji wan berbijêran jin û 6 hezar û 375 kes jî mêr in.