Li Iraqê hemû rêyên diçin Besrayê hatin qut kirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro xwepêşanderên Iraqê hemû rêyên sereke yên diçin navenda parêzgeha Besrayê qut kirin.
Li gorî ragihandina Skynewsê, xwepêşanderan rêyên Pira Xalid û Pira Kezîza û hemû rêyên ku diçin perava Um Qesir, Xor, kargeha Semad û depoyê ji aliyê navçeya Xorê ve, qut kirin.
Herwiha hin rêyên ku diçin bîrên petrolê yên parêzgeha Zubêr a rojavayê Besrayê, rêya Ebû Xesîb-Faw û ji parêzgeha Faw jî navenda parêzgehê û rêya Besra û Zubêr jî hatine qutkirin.
Çavkaniyên medya Iraqê diyar dikin ku hêzên ewlekariyê demek berê de hewl dabûn rêya Pira Kezîza bi gulebaran û girtina xwepêşanderan vekin, lê ji ber zêdebûna hejmara xwepêşandêran neçar bûne vekişin.
Dîsa hat ragihandin ku li parêzgeha Necefê jî xwepêşanderan rêya pira di navbera Kova û Necifê de qut kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin