Li Kampa Holê operasyona belgekirina nasnameyên DAISîyan birêve diçe
PeyamaKurd - Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi beşdariya hêzên jin YPJê, li nav kampa Holê li dijî DAIŞîyên jin ên ku gelek caran dibin sedema kuştin û aloziyan û birêxistiniya DAIŞê dikin li nav kampê, operasyoneke belgekirina nasnameyên malbatan da destpê kirin.
Hat diyarkirin ku doh beyaniyê li beşa Muhacerat a kampa Holê operasyoneke berfireh hatiye destpêkirin ku bi rêya saziyên ewlekariyê û leşkerî yên peywendîdar navên malbatan belge dikin.
Piştî ku doh 10ê Hezîranê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku wan qonaxa yekemîn a Pêngava Tunekirina Terorê li herêmên başûrê bajarê Hesekê û gundewarên bakur û rojhilatê bajarê Dêrazorê bi dawî kiriye, doh bi şev YPJê li beşa Muhacerat a malbatên biyanî yên DAIŞê dest bi hemleya kontrolkirinê kir.
Hêzên ewlekariyê û leşkerî hewl didin şaneyên DAIŞê yên ku muhtemel e jinên çekdarên DAIŞî li nava kampê ava kirine, têk bibin û di heman demê de ji ber ku di demên dawîn de li wê beşa kampê gelek tawan pêk anîne, hêzên leşkerî xwestin rê li pêşiya van tawanan bigirin, perwerdekirina zarokan li ser esasê fikrên tundrew û dadgehên ku jinan dane avakirin bidin rawestandin.
Li Kampa Holê zêditirî 40 hezar kes dimînin ku beşeke mezin ji wan ji bilî penaberan malbat û zarokên DAIŞîyan e û gelek caran dibin sedema serî hildanan û aloziyan li nav kampê.
Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê ragihandiye ku ew hewl didin bi rêya hêzên xwe yên leşkerî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hevpeymaniya Navdewletî ewlehiyê li nav Kampana Holê pêk bînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin