Li Kampa Holê penraberekî iraqî hat kustin, 3 kes jî birîndar bûn
PeyamaKurd - Li kampa Holê ya li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê penaberekî Iraqî hat kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.
Çavkaniyekê ji hêzên ewlekariya navxwe ya kampa Holê ragihandiye ku penaberekî Iraqî li beşa yekem a kampê ji aliyê kesên nenas ve li wê kampê hatiye kuştin û du penaberên din ê Iraqî û koçbereke Sûrî jî birîndar bûne.
Roja Şemiyê jî penaberekî din ê Iraqî li Kampa Holê ji aliyê kesên nenas ve hatibû kuştin. Ji meha Nîsanê ve nêzîkî 25 kesên Sûrî û Iraqî yên li kampê hatine kuştin.
Rêveberiya kampê radigihîne ku bûyerên kuştinê zêdetir bi rêya demançeyên bê deng pêk tên ku piraniya niştecihên kampê malbatên çekdarên DAIŞê yên girtî ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin