Li Kampa Mexmûrê pevçûn: ISÎDê êrîsî artêsa Iraqê kir!

05 December 2022 00:29 0 dîtin
Li Kampa Mexmûrê pevçûn: ISÎDê êrîsî artêsa Iraqê kir!

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ji herêmê hatin ragihandin, çeteyên ji Rêxistina terorê ya IŞÎDê, li Kampa Mexmûrê, êrîşî artêşa Iraqê kiriye. Di agahiyên hatin parvekirin de hat ragihandin ku li herêmê dest bi operasyonê hatiye kirin.

Li gorî agahiyên hatin ragihandin, çeteyên IŞÎDê, êrîşî hêzên artêşa Iraqê, yên li herêma Mexmûrê kiriye û artêşê jî li dijî çeteyên IŞÎDê dest bi operasyonê kiriye.

Di derbarê rewşê de ji aliyê Qeymeqamê Mexmûrê Rizgar Mihemed ve daxuyanî hat dayîn û hat diyarkirin ku komek çeteyên IŞÎDÎ, daketine Gundê Ajiyê û Lîwaya 14emîn a artêşa Iraqê jî li dijî wan operasyonê daye destpêkirin.

Rizgar Mihemed ragihand ku li herêma operasyonê, pevçûn dijwar in û berdewam in.