Li Kerkûkê teqîn çêbû!

05 October 2024 14:43 0 dîtin
 Li Kerkûkê teqîn çêbû!

PeyamaKurd – Li Kerkûkê teqînek çêbû.

Berdevkê Yekîneya Polîsên Kerkûkê Amer Nûrî di daxuyaniyekê de ragihandiye, bombeyek teqiya.

Li gor zanyariyên destpêkê, hat ragihandin ku di teqîna ku li taxa Musela ya bajêr li nêzîkî buroya biyaniyan pêk hat, 4 kes birîndar bûn.

Nûrî diyar kiriye, hêzên ewlehiyê gihîştine cihê teqînê û lêkolînê dikin.

Ji aliyê din ve Rêveberiya Tendirustiya Kerkûkê di daxuyaniya xwe de ragihandiye, hejmara birîndaran 5 kes in.

Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku yek ji birîndaran hevjîna xwediyê buroyê ye.

Li ser vê yekê Qeymeqamê Taxa Musela jî gotiye, “Piyê yek ji birîndaran şikestiye, 5 kes birîndar bûne. Ev êrîşeke terorîstî ye."