Li Kerkûkê du teqîn çêbûn: “Birîndar hene!”

04 October 2018 12:49 0 dîtin
Li Kerkûkê du teqîn çêbûn: “Birîndar hene!”

PeyamaKurd- Li Kerkûkê li du taxên cuda 2 teqîn çêbûn. Di ecama teqînan de 4 kes birîndar bûn.

Teqîna pêşî bi trempêleke bombebarkirî li taxa Esra û Mefkudeynê li nêzîkî dibistanekê çêbû. Di encama vê teqînê de 3 kes birîndar bûn. Teqîna dî jî li Başûrê Kerkûkê li taxa Domizê li nêzîkî rêvebiriya ceyranê pêk hat.

Di vê teqînê de jî trempêleke bombebarkirî hate bikaranîn û di encamê de kesek birîndar bû.

Waliyê Kerkûkê hate herêmê û polîsan jî lêpirsin dane destpêkirin. Tê texmînkirin ku êrîş ji aliyê IŞÎDê ve hatine kirin.